Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw
Wachowski got, “Kurdistan di dilê Papa de ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê
Balyozê Nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski qebûl kir.
Mesrûr Barzanî ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li balyozê
nû kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Miroslaw Wachowski re
hêviya serkeftinê xwest.
Her wiha wî tekez kir ku dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo
serkeftina erkê wî hemû piştgiriya xwe pêşkêş bike.
“Kurdistan di dilê Papa de ye”
Balyozê Vatîkanê li ser navê Qedaseta Papa spasiya
Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
