Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tixbişarê ya parêzgeha Dîlokê ya
Bakurê Kurdistanê asta ava bendavê bilind bûye.
Ji ber bilindbûna asta avê baxçeyên fistiqan di bin avê de
mane.
Barana ku ji destpêka salê ve li Dîlokê dibare, asta ava
bendavan zêde kiriye.
Asta avê gihîşt ji sedî 85an
Li gorî agahiyan, di encama baranên dawî de asta ava Bendava
Doganpinarê gihîştiye ji sedî 85an.
