Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya parêzgeha Rihayê
ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 5 salî yê ku winda bûbû mirî hat dîtin.
Li gundê Dalyayê yê navçeya Serê Kaniyê roja çarşemê Miraç
Îdikurt ji bo lîstikê ji malê derket.
Miraç piştî demekê winda bû û venegeriya malê.
Malbat û xizmên wî li derdorê li wî geriyan.
Lê belê wan ti encam bi dest nexist û hêzên ewlehiyê ji
rewşê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
