Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Soranê pireke bilind û cadeyeke dualî vekirin û got, “Em di xizmetê de ranawestin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pira herî bilind a Herêma Kurdistanê û cadeyeke dualî ya 40 metreyî li Soranê vekirin.
Mesrûr Barzanî di merasîma vekirinê de axivî û got, ew di rojên xweş û nexweş de dest ji xizmetkirina xelkê bernadin.
"Projeyên me ranewestiyan"
Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev proje dê xizmeteke mezin bide xelkê Soranê û derdora wê.
Barzanî qala rewşa dema borî kir û got:
"Dema borî li Kurdistan û herêmê rewşeke nebaş hebû. Xelk dilgiran bûn bê dê çi biqewime lê van tiştan ti caran nehişt ku em di çêkirina projeyên xwe de rawestin."
Mesrûr Barzanî bi bîr anî ku di dema şerê DAIŞê de jî projeyên wan ranewestiyane.
Wî her wiha destxweşî li şirketa Kavin Groupê kir ku bi şiyanên navxweyî ev proje çêkiriye û amade kiriye.
Banga pêbendbûna rênimayan
Mesrûr Barzanî qala bûyerên xeniqînê yên van rojên dawiyê jî kir.
Wî anî zimên ku ketina otomobîlekê ya nav rûbar û xeniqîna sê ciwan û zarokan ew gelekî xemgîn kirine.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hêzên parastina şaristaniyê kir ku ji bo dîtina terman gelekî xebitîne.
