Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, minîbusa karkerên berhevkirina pincarê qulibî, kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.
Qeza danê sibehê li ser rêya Gever û Şemzînanyê, li nêzîkî gundê Hirmînê ya li devera Girê Meşkan çêbû.
Li gorî agahiyan, minîbusa bi plakaya 47 KN 750 ku Recep Kambaz diajot, ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û qulibî.
Rewşa 2 kesan giran e
Li ser agahdarkirinê, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Tîman tesbît kir ku Necatî Karakoseyê 49 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
