Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku bihevrejiyan li Herêma Kurdistanê bûye kultûreke resen û ew bi vê yekê serbilind in.
Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Balyozê nû yê Vatîkanê kêfxweşiya xwe ya ji bo ziyareta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Wî spasiyên Vatîkanê gihandin Serok Barzanî, xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Wî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di rojên teng de deriyê xwe ji koçber û mexdûran re vekiriye û piştgirî daye hemû pêkhateyan û bi taybetî jî Xiristiyanan.
“Pêkhate xwe di nav aramiyê de dibînin”
Balyozê Vatîkanê pesnê kultûra bihevrejiyan û hevqebûlkirinê ya li Herêma Kurdistanê da.
Wî anî zimên ku pêkhate di saya vê aramiyê de xwe rihet hîs dikin.
Her wiha wî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya projeyên xizmetguzariyê dike.
Balyozê Vatîkanê wekî mînak Zanîngeha Katolîk, Nexweşxaneya Enkawayê û dibistanên taybet destnîşan kirin ku Xiristiyan tê de bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin.
Di beşeke din a civînê de, qala ziyareta dawî ya Serok Barzanî ya Vatîkanê hat kirin.
