Hewlêr (Rûdaw) - Li Meletiya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan çêbû.
Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 09:00an çêbûye.
AFADê diyar kir ku navenda erdhejê navçeya Meletiya Kevn e.
Vê erdhejê di kûrahiya 7,03 kîlometrayan de rû daye.
