Yek ji taybetmendiyên Kurdistanê bi giştî û bajarê Silêmaniyê bi taybetî, çanda pêkvejiyana olan û kêmnetewe û çandên cuda ye. Bi sedan sal in Misilman, Mesîhî û her wiha heta sala 1950î ku hîn Cihûyên Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve bo Îsraîlê nehatibûn derxistin, li gorî welatên herêmê li Kurdistanê jiyaneke aram derbas dikirin. Silêmanî yek ji wan bajarên Kurdistanê bû ku em dikarin bêjin li ser destê Kurdên misilman, mesîhî û cihûyan hatibîye avakirin.
Claudius James Rich, siyasetmedarê îngilîz ku di nava Kurdan de bi (Mister Rich) hatiye naskirin, di geştnameya xwe ya sala 1820î de bo Silêmaniyê, hejmara niştecîhên bajêr bi (2000 malên misilman, 130 malên cihû, 9 malên mesîhiyên kildanî û pênc malên ermenî) diyar kiriye. Ev jî nîşana wê ye ku her ji destpêka damezrandina bajêr ve, xelkên ser bi olên cuda rû li bajêr kirine û bêyî tu pirsgirêk bi hev re jiyane.
Li vir ez naxwazim bikevim nava dîrok û koka Mesîhiyên Silêmaniyê, ya ku mebesta min e, têkiliya hinek kesayetên navdar ên Mesîhî bi sê rêberên Kurdistanê re ye.
Kerîmê Eleke û Melîk Mehmûd
Ebdulkerîm Elyas Pols ku bi (Kerîmê Eleke) naskirîye, di sala 1876an de li gundê (Hermote) li Koyeyê ji dayik bûye û di 25/1/1948an de li Bexdayê koça dawî kiriye. Kerîmê Eleke wek bavê xwe, bazirganekî navdar ê bajarê Silêmaniyê bû, bi taybetî jî bi bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê re têkiliyeke bazirganî ya bi hêz hebû. Ew bi malbatî mirovên nander û dilovan bûn; di dema tengasiyê de xwe li hemberî tu hejarekî bi xwediyê malê nedizanîn. Ji ber vê yekê, di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de dema Silêmanî bi birçîbûnê re rûbirû ma, Kerîmê Eleke destên xwe yên camêrî û Kurdayetiyê vekirin, deriyê embarên xwe li ser xelkê vekir û piştgiriya hejar û neçarên bajêr kir; bi sedan kes ji mirinê rizgar kirin.
Kerîmê Eleke mirovekî xwendewar bû, dostanî û hevaltiya wî bi Şêx Mehmûdê Hefîd re dîrokeke dirêj hebû. Ji ber wê, gava Şêx Mehmûd di Kanûna 1922an de ala hikûmeta xwe(Meleketî Cinubî Kurdistan) li bajarê Silêmaniyê hilda, Kerîmê Eleke wek mirovekî Mesîhî û nîştimanperwer kir Wezîrê Darayî. Ew destpêşxeriya Şêx Mehmûd ji aliyê xelkê bajêr ve bi girîngî hat dîtin û êdî Mesîhiyên Silêmaniyê bûn beşekî jêneveqetiyayî ji dîroka hemdem a Silêmaniyê.
Mamoste Letîf Pols Serraf ku yek ji mamosteyên Mesîhî yên Silêmaniyê ye û min çend caran serdana wî kiriye, pirtûkek li ser dîroka Mesîhiyên Silêmaniyê nivîsandiye. Di derbarê têkiliya Kerîmê Eleke û Şêx Mehmûd de, çîrokeke camêrî û Kurdperweriyê ya Kerîmê Eleke ji min re veguhestiye. Gava Melîk Mehmûd ji aliyê Îngilîzan ve tê girtin û bo Hindistanê tê sirgûnkirin, Kerîmê Eleke di xema malbat û zarokên wî de dibe. Wek mamoste Letîf dibêje, gava malbata Şêx li gundê Jaseneyê bûn: "Kerîmê Eleke diçe serdana malbata Şêx Mehmûd û mîqdarek zêde dirav dixe zerfekê û ji hevjîna Şêx, Behê Xan re dibêje: “Wextê xwe Şêx Mehmûd ev dirav wek emanet li ba min danîbû da ku di dema tengasiyê de bi kar bînin, ez jî niha emanetê teslîmî we dikim” Hevjîna Şêx ku di rewşeke xirab de bû, pir kêfxweş dibe. Piştî ku Şêx Mehmûd ji Hindistanê vedigere, hevjîna wî jê re dibêje Heke Kerîmê Eleke ew dirav bo me venegerandiba, halê me wê xirab bûya! Şêx Mehmûd dibêje Diravê çi? û gava çîrokê dibîse, têdigihe ku Kerîmê Eleke çi camêrî û esaletek nîşan daye, ji ber ku Şêx ti carî drav li ba wî nedanîbû."
Kerîmê Eleke wek kurekî bajêr, gelek qencî bo Silêmaniyê kirin. Gava Îngilîzan Silêmanî bombebaran kirin, piraniya xelkê bajêr bi cih hişt lê Kerîmê Eleke neçû. Gava Îngilîz ketin bajêr û dîtin ew bi malbatî maye, matmayî man û jê pirsîn: "Tu çawa di bajêr de mayî?" Wî jî got: "Ez axperest im, naxwazim axa xwe ji bo ti kesî berdim."
Di dema bombebarana Silêmaniyê de, Mesîhî diçin serdana nûnerê bilind ê Brîtanyayê û daxwaz jê dikin ku dest ji bombebarana bajarê Silêmaniyê berde, ew jî bi gotina wan dike.
Têkiliya Kerîmê Eleke û Şêx Mehmûd berdewam dibe heta ku di sala 1948an de ew camêrê Silêmaniyê malavahiya xwe ji jiyanê dike.
