Dibe ku kêm nivîskar û ronakbîrên Kurd hebin ku bi qasî mamoste Refîq Hilmî girîngî dabin dîrok û arşîvê. Her nameyeke ku ji wî re hatibe, yan her nivîseke fermî ya ji dewletê, heta kartên pîrozbahiya cejnê yan vexwendinnameyek, wî hemû parastine.
Bi dilxweşî, Jiyan Xana keça Refîq Hilmî hemû ew nivîsên bavê xwe û heta sîwan û hemû kel û pelên taybet ên mamoste li cem xwe parastine. Niha beşeke zêde ya wan li Navenda Jînê ya li Silêmaniyê têne parastin.
Jiyan Xanê di dema xwe de şerefa wê yekê da min ku ez kopyayên çend name û nivîsan li cem xwe biparêzim.
Wekî ku Kurd dibêjin, eger emrê me hebe, ez dê di paşerojê de li ser komek name, belge û nivîsên dîrokî yên din ên ku min li vir û li wir bi dest xistine bixebitim.
Li vir em orîjînala wê nameya serkirdeyê Kurd Îhsan Nûrî Paşa, rêberê Serhildana Agiriyê ya 21ê Çiriya Paşîn a 1958an ku ji mamoste Refîq Hilmî re şandiye wekî xwe belav dikin. Hevdem min name anî ser rastnivîsîna niha.
General Îhsan Nûrî Paşa name bi tîpên aramî (Erebî) ku Kurmanciya Jêr (Soranî) pê tê nivîsandin nivîsiye.
Ji bo wê serdemê û ji bo kesekî wekî Îhsan Nûrî Paşa ku xelkê Bakurê Kurdistanê bûye, Kurdiyeke xweş e. Lê pêdivî bi hûrbîniyeke kûr û sererastkirina hevoksaziyê heye da ku em bi temamî ji nameyê fêm bikin.
General Îhsan Nûrî Paşa dilxweşiya xwe tîne ziman ku zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê bûye zimanê xwendin û nivîsandinê û wekî zimanekî fermî hatiye qebûlkirin.
Her wiha dilxweşiya xwe tîne ziman ku kesekî Kurdperwer û niştimanperwerê wekî mamoste Refîq Hilmî bûye birêvebirê perwerdeyê.
Li aliyê din em dibînin ku pêwendiya ronakbîrên wê serdemê li ser bingeha kitêb, ziman û Kurdayetiyê bûye. Lê ji ber ku General Îhsan Nûrî Paşa li Îranê dijiya û di bin çavdêriya Îraniyan de bû, nekarîbû her tiştî li gorî dilê xwe binivîse.
Peyama ji Barzaniyê Nemir re
Îhsan Nûrî Paşa name di demekê de şandiye ku General Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyabû.
Bê guman zanîbû ku mamoste Refîq Hilmî pêwendiyeke wî ya germ li gel General Barzanî heye.
Loma bi derfet zanî ku nameyeke taybet a ku ji bo General Barzanî nivîsiye bixe nav heman wî paketê ku nameya mamoste Hilmî tê de bûye.
Wî xwest name ji destekî ewle bigihêje Barzaniyê Nemir.
Di nav rêzan de xwîner dibîne ku General Îhsan di rewşeke baş a ewlehiyê de nebûye û nekarîbûye rasterast nameyê ji General Barzanî re bişîne.
General Îhsan Nûrî Paşa di nameya xwe ya ji bo mamoste Hilmî de nivîsiye:
"Min kaxezek ji bo qehremanê me yê neteweyî General Barzanî nivîsiye, rewşa min a neasayî rêgir e ku ez eşkere nameyê ji wî re bişînim, loma min xistiye nav pakêta nameya cenabê we, ji kerema xwe re bi destê xwe yê pîroz pêşkêşî wî bikin."

