Amedsporê piştî têkoşîneke dirêj a bi salan, xewna bi mîlyonan Kurdên futbolhez pêk anî. 2yê Gulana 2026ê Amedspor bi hevrika xwe Îgdirspor re 3-3 beramber ma û derbasî lîga bilind a Tirkiyeyê, Lîga Super bû. Ev bûyereka dîrokî bû ji ber ku cara yekem e ku tîmeka futbolê ya bi vî rengî, bi nasnameya Kurdî bi navê Amedê dê li lîga bilind a Tirkiyeyê de bilîze.
Ev serkeftina Amedsporê, ne tenê li Diyarbekirê, li her warê ku Kurd lê dijîn, bi çoşeka mezin hat pîrozkirin. Her çi qasî Amedspor li gorî yasayên Tirkiyeyê hatibe damezrandin jî ev 16 sal in, ji ber ku tîmeka bajarekî Kurdistanê ye, ew rastî erîşên nîjadperestî, cudakarî, tundiyê tê. Û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê her sal ji wan re bi milyonan cezayê peran û hin cezayên din dibire.
Amedsporê bi van ew qasî zor û zehmetiyan jî heta îro li ber xwe da û bû şampiyon û dilê alîgirên xwe xweş kir. Yên keda wan di vê serkeftinê de heye pîroz dikim.
Ew coş û kelecana ku Amedsporê li ba Kurdên li çaraliyê cîhanê peyda kiriye, tenê bi futbolê nayê ravekirin. Girêdana hestên gelê Kurd ên bi Amedsporê ve, mijara civata Kurd e.
Kurd bi salan in platformeka azad digerin ku nasnameya xwe ya Kurdbûyinê derbibirin. Ew qadeka azad digerin ku helwesta xwe ya neteweyî nîşanî dinyayê bidin.
Kurd dixwazin ji bo hestên xwe yên neteweyî yên bi salan ji aliyê dagîrkeran ve tepeserkirî ye, dermanekî, çareseriyeka maqul bibînin.
Futbol nemaza Amedspor qadek e derveyî siyasetê, di wê qadê de Kurd tên ba hev, li wê derê çi êş be, çi çoş be, ew hestên xwe yên hevpar îfade dikin. Ji bo vê serkeftina Amedsporê ne tenê serkeftinek futbolê ye, ew îfadeya destkeftiyeke dîrokî ye ku ji hêla nasnameyek tepeserkirî ve hatiye bidestxistin.
Bêdewletbûna Kurdan rê nadaye ku tîmeka Kurdan ya neteweyî hebe û Kurd jî wekî her millet piştgiriya tîma xwe ya neteweyê bikin.
Hezar caran mixabin ku li gorî bernameya FIFAyê ya xala 10an divê her tîmek xwedî dewletake serbixwe be û ew ji aliyê Yekîtiya Netewan ve hatibe pejirandin. Loma jî heta ku dewleteke Kurdan a serbixwe tunebe, 70 - 80 milyon Kurdên bêdewlet dê, bê tîmeka neteweyî bin.
Di nav 211 dewletên xwedî tîmên neteweyî de, hin dewlet hene ku hejmara runiştvanên wan qasî bajarekî biçûk yê Kurdistanê jî tuneye lê ew xwedî tîmên netewî ne. Wekî:
- San Marino (34.000 + nufis)
- Liechtenstein (39.000+ nufis)
- Seyşeller (100.000+ nufis)
- Andorra (77.000+ nufis)
- Izland ( 400.000 nufis.)
- Cape Verde (575,000 nufis)
Nebûna tîmeke neteweyî, Kurd mecbur kirine ku ew wekî taximên, Amedspor, Zaxo, Dihok, Batman, Vansporê, ne wekî tîmeka herêmî yan li ser bajarekî lê wekî taximeke neteweyî bibînin.
Ji ber mezinbûna bajarê Amedê û nîjadperestî, tundî û neheqî ya ku li ser Amedsporê heye, wê di nav van taximên li jor hene xwe kiriye favoriyên Kurdan.
Gelê Kurd ew tundî, nîjadperestî, neheqî, êrişên fizîkî yên li Amedsporê tên kirin wekî êrişên li ser nasnameya Kurdan re tên kirin dibîne û wisa qebul dike.
Amedspor îro ne tenê tîmeka bajarê Diyarbekirê yan herêma Diyarbekirê ye, ew bûye tîmeka ku bi milyonan Kurdan temsîl dike. Ji ber vê yekê bû ku bi milyonan Kurd, li her çar aliyê dinyayê de, di nav du-sê saetan daketin kolanan û şampiyonbûna Amedsporê pîroz kir.
Ev hewldana Kurdan a ji bo Amedsporê baş nîşan da ku ew serkeftina Amedsporê wekî serkeftina nasnama xwe û têkçûna wê jî wekî êrişekê li ser nasnameya xwe dibînin.
Siyasetmedar an partiyên siyasî yên Kurdan, heta îro nekarîne hestên Kurdan ên neteweyî derxin pêş û aîdiyateka kolektîv pêk bînin lê Amedsporê ew hestên aîdiyata Kurdî derxistiye pêş.
Kurd li maçên Amedsporê li hemberî dijberên xwe hebûna xwe bi rengên kesk, sor, zer û sipî, bi sirûdên ‘Kîne em, Kurdin em’ nîşanî wan didin. Ev fenomena li ba civata Kurdan serbilindiya kolektîv û hafizaya neteweperestî xurt dike.
