Xwînerên hêja;
Ez xwîner im. Belê, ez wêjeya cihanê û ya Kurdan bi zimanên Kurdî/Kurmancî, Îngilîzî û Almanî dişopînim. Û pir dixwazim ku çavderiyên xwe bi xwînerên din re parve bikim.
Ji ber vê sedemê, vê şûn ve ez ê hefteyê carekê nivîsekê binivîsim.
Ev serê çend salan e ku min dil heye ez podcastekê ji bona vê armancê bidim destpêkirin lê bi awayekî min ev yek nekir. Hêvîyeke veşartî ya dilê min jî ew e ku ev nivîs min motîve bikin ku ez vê xeyala xwe bi cih bînim.
Ez ê di van nivîsan de bêtir behsa kîjan pirtûkan bikim?
Çend kategoriyên min ji xwe diyar kirine hene. Bo nimûne ji bona destpêkê dixwazim ji wan nivîskarên Kurd ên li diasporayê bi zimanên biyanî dinivîsînin hin pirtûkan bixwînim û şîrove bikim.
Lê min şaş fehm nekin ha! Dema dibêjim “diaspora” û “zimanên biyanî” behsa zimanên dagirkeran û Kurdên bi zimanên wan dinivîsinin nakim. Yanê, Tirkî, Erebî û Farisî nav vê kategoriyê de nînin.
Ji ber ku ev ziman bi awayekî sîstematîk hewl didin ku Kurdî tune bikin, zêhn û jiyana Kurdan tev de dagir bikin.
Zimanên din ên biyanî, ên wekî Swedî, Almanî, Îngilizî aliyê Kurdên diasporayê ve tên bikaranîn, lê ti armanca van zimanan a taybet tune ku Kurdî ji holê rakin.
Temsîldarên vê kategoriyê Ronya Othmann, Fatma Aydemir, Agri Ismail, Balsam Karam û gelekên din in.
Kategoriyeke din jî nivîskarên jin in. Min dil heye hindek nivîskarên jin ji edebiyaya Emrikî, Afro-Emrîkî û Ewropî bi xwînerê Kurd bidim nasîn. Bo nimûne; Toni Morisson, Carson McCullers, Herta Müller, Jenny Hval, Jeanette Winterson û gelekên din…
Du kategoriyên ez ê teqez li ser bisekinim ev her du ne. Lê serê min bi hezar daxwaz û fikrên din jî diteqe!
Ditirsim ku sozên mezin bidim lê nikaribim van sozan bigirim. Lewma baştir e ku ez niha bi nivîsa yekem ve dest pê bikim û em bibînin ka çi dibe…
Mêvanê me yî yekem; Agri Ismail û pirtûka wî ya nûxurî: Hyper e.
Kerem bikin…
Nêçîrvanê Hûrgiliyan: Agri Ismail
Min navê wî cara yekem li kû bihîst? Nayê bîra min. Lê di bîra min de ma. Di bîra min de wekî pirsekê ma; Agrî yan Agirî?
Paşnavê wî “îsmaîl”. Yanê, ji başûr an rojavayê welêt e. Li wan deran navê bav, wekî paşnav tê qebûlkirin. Ew der, pirtikên wî welatê mezin in ku mijara paşnav, bi isûla Kurdan dimeşe.
Qey bêhna başûrê Kurdistanê ji navê Agrî Îsmaîl tê.
Pêşiyê bi Kurdî lê digerim. Ti tişt derbarê wî û romana wî de tune. Paşê bi Îngilizî. Hema bibêje her derê de heman hevok wiha derbas dibe; “nivîskarê Kurd î li Swedê dijî, li London, Dubaî û başûrê Kurdistanê parêzerî kiriye.”
Rûyekî wî yî xweşik û faykeyekî wî yî sor heye.
Çil û çar salî ye.
Agahiyên derbarê wî de yên şexsî tev de ev in.
Jixwe, ji bona xwînerê heq, ev qas agahî têr dike, heya zêde ye!
Ka werin pirtûka wî; Hyper!
Hypyer, romana nûxurî ya Agrî Îsmail e. Roman ji Weşanxaneya Penguinê der çûye û 339 rûpel e.
Ji rûpela yekem pê ve, xwîner dibe mêvanê mala Rafîq Hardî Kermanj.
Mal, mala koçberan e.
Kurdistaneke piçûk e. Lê, li taxeke varoş a Londonê ye. Li wê derê, wê jûra mêvanan, li ser wê masê, radyoyek disekine. Yadîgarek ji Kurdistanê… Dibe ku li kêleka radyoyê rojnameyek hebe û du pirtûkên helbestan. Xwîner, ji wê derê dest pê dike û li nava vê malê de, ode bi ode digere.
Oda mêvanan, an jî salon, navenda malê ye. Her wiha navenda Kurdbûnê ye. Xwîner, an jî mêvan, tê li vê oda navendî çayekê vedixwe û dîsa vedigere diçe, da ku odeyên din, û her weha fragmantên Kurdbûna nifşê duyem ê Kurdên koçber bibîne.
Belê, xwîner li oda navendî çayê vedixwe û serdana odeyên din jî dike, lê belê kulfetên malê gelek caran nayên digel hevdu. Xwîner, hemû malbatê pev re ezmûn nake.
Ji ber ku kulfetên malê ji xwe û ji hevdu newan bûne. Dûr ketine. Mal li wê derê ye, lê kulfetên malê, rêya malê ji zû ve winda kiriye.
Rafiq Hardî Kermanj, yanê malxweyê mala wêran, ji başûr revîye rojhilatê, ji wê derê jî berê xwe daye Londonê. Aliyekî ve şanaz û bextewar e. Jiyana zar û zêçên xwe rizgar kiriye. Ew ji wî welatê wêran û xizaniyê derxistine û anînê li Ewropayê. Lê belê, çima xwe her sûcdar û piçûk hest dike?
Qey li Kurdistanê rêhevalên wî şer dikin, lê ew revîye?
Qey li vî welatê nû kesek wî nas nake, giraniya navê wî tune?
Qey zarokên wî li vî welatê nû winda dibin û diçin, lewma?
Ji bona bersivên van pirsan, biçin sazî û dezgehên Kurdan ên li Ewropayê û bikevin temaşeya rûyê Rafiq Hardî Kermanjan. Agrî Îsmaîl ev çavdêriya wisa berfireh, kûr û piralî kiriye û nivîsandiye ku wêneyekî tekûz yê êş, koçberî û xîreta şikestî ya Kurdan derketiye holê.
Mijara vegotina hûrgiliyên jiyanê û hestên veşartî de, hostetiya Agrî Îsmail ne ji hostetiya Arundhati Royê kêmtir e. Bi rastî pir meraq dikim gelo Agrî Îsmail, Arundhati Roy xwendiye yan na.
Xezal, yanê bermaliya malê, ji nava odeya mêvanan, mûtfaq û odeyên zarokên xwe de wekî xeyaleteke perîşan digere. Li Kurdistanê, ji xan-manên xwe hatiye sirgûnkirin. Li vî welatê nû, tik û tenê ye. Carna bi gilî gazin, hêrsa xwe bi hevjînê xwe Rafiq Hardî derdixe. Carna gunehê wê bi wî û xîreta wî ya şikestî tê. Gunehê Xezalê pê tê. Gunehê wê bi hevjînê wê tê, bi her du lawikên wê tê, bi koçberên Kurd ên li serê rêyan tê, bi Kurdên li Kurdistanê yên ku hê jî feqîrî û nijadperestiyê dijîn tê.
Lê belê, gunehê Xezalê, bi xwe nayê. Belkê ji ber vê sedemê jî, gunehê wê ti carî bi keça wê, yanê Sîverê naye.
