Zinar Soran
Di 15 Gulana 1932yan de, ango 94 sal berê Kovara HAWARê bi Hawar û gaziya ziman, edebiyat, dîrok û kultura Kurdî ve hat û bi taybetî ji bo Kurmanciyê bû destpêka qonaxeke nû û hevdem.
Kovara HAWARê di 15 gulana 1932yan de li paytextê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan ve dest bi weşanê kir. Li ser hevdû ji sala 1932yan heta sala 1943an 57 hejmarên vê kovarê hatine weşandin. Xwedî û birêvebirê kovarê Mîr Celadet e. Kovar bi zimanê Kurdî û hinek nivîs jî bi Fransî hatiye weşandin.
Hejmarên 1-23an bi du alfabeyan, ango bi alfabeya Erebî û alfabeya Latînî hatine weşandin. Bê gûman her du alfabe jî li gor pêwîstiya zimanê Kurdî hatine modîfekirin. Mixabin di hinek çavkaniyan de hatiye nivîsandin ku hejmarên 1-32yan tenê bi alfabeya Erebî hatiye nivîsandin ku ev ne rast e. Hejmarên kovara Hawarê yên 24-57an tenê bi alfabeya Latînî hatine çapkirin.
Piştî serkutkirina serhildana Agiriyê ya 1927an dewleta Tirkiyeyê weha bawer dikir ku êdî tevgera neteweyî ya miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê hate tefandin û êdî Kurd dê bêne bêdengkirin. Bi vê armancê karbidestên dewletê xwest ku li gel komkujî, zilm û zordariya hovan ya li ser miletê Kurd, bi siyaseta xwe ya nijadbepest ziman û kultura Kurdî jî asîmle bike û ji holê rake.
Ev dem, bi taybetî ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê demek gelekî dijwar bû; demek komkujî, zilm û zordariyên hovane, sirgûn û koçberiyan bû. Bi gotinek pêşiyan ”dê weledê xwe davêt”. Di wê demê de dîsa ewrekî reş û tarî girtibû ser Bakurê Kurdistanê. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û têkoşerên Kurdan neçar mabûn ku dev ji cih û warên xwe berdin. Binya Xetê ji bo gelek canbêzar, siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên Kurdan re bûbû stargeh û navendek girîng.
Di rewşek weha taybetî û dijwar de, di pêşengî û xwedîtiya Mîr Celadet kovara Hawarê dest bi di 15ö gulana 1932yan de weşanê kir. Weşandina kovara Hawarê li hemberî siyaseta nîjadperestî û asîmîlasyona dewleta Tirkiyeyê ”berxwedan” û ”serîhildanek” bû. Kozik û çeperek parastin û geşkirina ziman, edebyat, folklor, kultura Kurdî û hişmendiya neteweperweriyê bû. Ev gaveke dîrokî û bê hempa bû. Bi gotineke din kovara Hawarê di rewşek weha dijwar de, bi hawar û gaziya ziman, bi taybetî zaravayê Kurmanciyê, edebyat, dîrok û zargotina Kurdî ve hat. Di wan rojên reş û tarî de Hawar ji bo ziman, edebiyat, dîrok, kultur û hişmendiya neteweyî bû weke çira û findeke geş.
ALFABEYA LATÎNÎ-KURDÎ Û BINGEHÊ GRAMERA KURMANCIYÊ
Di wê heyamê de, bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî bêxwedî mabû. Xwendin û nivîsandina Kurdî jar û hejar bû. Pirê caran nivîs bi awakî şaş û bêserûber dihate nivîsandin. Bê rêzimaneke hevbeş rastnivîsandin gelekî zahmet bû. Loma jî Mîr Celadet bi awayekî zanyarî li ser alfabeya Latînî xebitiye, alfabeya Latînî li gorî pêwîstiya zimanê Kurdî modîfe kir. Mîr Celadet alfabeyek li ser fonolîja Kurmancî ava kir. 23 hêjmarên pêşî yên kovara Hawarê bi du alfabeyan, ango bi elfebaya Erebî û alfabeya Latînî hatine çapkirin. Piştî hejmara 23an êdî Hawar tenê bi alfabeya Latînî hatiye weşandin.
Mîr Celadet ji bo bingehê rêziman û gramereke standard ava bike, di hejmara 27an de dest bi belavkirina rêzimana zaravayê Kurmanciyê dike. Di 22 hejmaran de ”Bingehên gramera Kurmanciyê” ava dike. Lê mixabin kovara Hawarê nabe xwediyê jiyaneke dirêj ku ev xebata hêja û yekta bi wî awayî dimîne. Bêgûman xebata Mîr Celadet ya di warê rastnivîsandin û gramera Kurdî de bêhempa ye. Îro bi saya serê vê gramerê, çi bigire hemû nivîskar û dildarên ziman, edebiyat, lêkolînerên bi Kurmancî û Kurdkî/Zazakî dinivîsin, li ser bingehê vê gramerê dinivîsin.
“DIBISTANA BÊ DIBISTAN” Û EKOLA HAWARÊ
Gava Kovara Hawarê di pêşengiya siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û zimannasên Kurd Mîr Celadet dest bi weşanê kir, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dibistanên Kurdî, perwedeya bi zimanê Kurdî tunebû. Zimanê Kurdî, zargotin, kultura Kurdî û heta radeyekê hişmendiya neteweyî di bin metirsiyek gelek mezin de bû. Mîr Celadet bi vê gava dîrokî xwest ku bi qasî ji dest bê, rê li ber vê asîmlasyona li ser ziman, edebyat, kultur û hişmendiya neteweyî bigire; Kurmanciyê di warê rêzimanî û nivîsandinê de nûjen bike û pêş ve bibe lê di heman demê de pirekê di navbêna zaravayên Kurmancî û Soranî de ava bike. Loma jî em dibînin ku di kovara Hawar de gelek nivîs, lêkolîn, helbest û mesajên bi zaravayê Soranî hatine weşandin û her wiha mirov pêrgî zaravê zazakî jî dibe. Hêjayî gotinê ye ku Mîr Celadet di vê demê de Mewlûda Zazakî ya Usman Efendiyo Babij (Biyîşa Pêxamberî / Mewlûda Nebî) bi dest dixwe û bi pêşgotinekê Mîr Celadet ew di salê 1933 de ji aliyê Weşanxaneya Hawarê ve tê çapkirin.
Kovara Hawarê ji bo gelek nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û welatparêzên Kurdan dibe wek ”dibistan û ekolek” yekta û bêhempa. Di wê heyamê de, kesên dikarîbûn bi Kurdî bixwînîn û binîvîsin gelekî kêm bûn; întereseya di vî warî de jî ne zêde bû. Mîr Celadet bi derxistina Hawarê ji hêlekê hewl dida ku nivîskarên bi Kurdî binivîsin zêde bike; ji hêlek din jî dixwaze xwendekarên Hawarê zêde bibe û xwendin û nivîsandina Kurdî di nav Kurdan de belav bibe.
Rola pêşeng ya Mîr Celadet û kovara Hawarê ya li ser Cegerxwîn, Osaman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî Can û gelek nivîskar û helbestvanên din yên Kurdan xwedî cihekî taybetî ye. Kovara Hawarê ji bo zimana Kurdî şopek nû û nûjen vekiribû. Di warê nûjenkirina gramera Kurmancî û zimanê nivîskî de, Hawar bûbû destpêka qonaxeke nû. Mîr Celadet dixwest ku kovara Hawarê di nav sînorên xebata ziman, edebiyat, zanîn, huner, dîrok û kultura Kurdî de bixebite û wê ji siyasetê dûr bihêle.
ARMANC Û AWAYÊ XEBATA KOVARA HAWARÊ
Mîr Celadet di destpêka hejmara yekem ya Hawarê de, armanc û awayê xebat û nivîsandina Hawarê dest nîşan dike û vê armancê weha tîne zimên:
”Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin, Hawara me berî her tiştî heyîna zımanê me dê bide naskirin. Lewma ko zman şerta heyînê a pêşîn e.
Hawar jû pêve bi her tiştê ko Kurdanî, Kurdîtî, pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê.
Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em di warê zanîn, hiner û sinettê de dê bixebite”. (1)
Mîr Celadet bi taybetî balê dikşîne ser girîngî û rola ziman ku ji bo miletekî bindest bingehê hebûna wî ye:
”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yek,. Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.” (2)
HIŞMENDIYA NETEWEYÎ Û ŞÎRETÊN JI BO XORT Û KEÇÊN KURDAN
Mîr Celadet di gelek nivîs û gotarên xwe de bi taybetî li ser hişmendî, armancên neteweyî û Kurdayetiyê radiweste. Di vî warî de dixwaze rê nîşanî ciwanên Kurdan bide. Di nivîsa xwe ya ”Xwe binas…” de, li ser hişmendî û xwenasiya neteweyî radiweste û şîretên dûr û dirêj li xort û keçên Kurdan dike ku ez dê tenê çend hevokên ji wan şîretan li jêr binivîsim:
”Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat û miletekî ye. Navê amanca te Kurd e, Kurdanî ye, Kurdistan e. Armanca te li ber te sekiniye...”
Xorto! Çarnikar girtiye. Di aliyên rojhilat, rojava û nêvro de sê milletên din hene. Çav û guhên xwe bel kirine li te fêdikirin. Lê ne ji bo qenciyê. Hersê jî dijminên te ne…
Xorto! Bi ser kela me da girtine. Ji der ve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her milî êrîş. Di hundurê kelê de şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevûdû re ye. Di mal da jî dijmin.
Herê xorto! Birîna me a mezin û xedar dexs e, berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji derve serma li me dixe. Li hundir em bi janê dikevin…”
Xorto! Holê bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ku çê dikin, ava dikin... Di dinyayê de tutişt nîne ku tekûz bêt. Di her tiştî da, nemaze di karên nû despêkirî da, pirîcaran, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Hilweşandina sitûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl da ye.”
Keçê! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ko min şîret lê kir û kar û xebata wî şanî wî da. Belê keçê, ev xortê ha xortê te ye. Di mehdikê de te ew lorand. Di dawetê de te jê re tîlîland. Di rojên qewmandinê de te nav di wî da. Ji xwe tu berekê wî yî.
Keçê! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bike û bigîhînî ko li pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebît. Keçê! Tu di her kar û deravî de arîkarê xortê min î…” (3)
DI HAWARÊ DE GIRÎNGIYA FERHENG, EDEBIYAT, FOLKLOR Û ZARGOTINA KURDÎ
Mîr Celadet li ser girîngî û pêwîstiya ferhengek bi zimanê Kurdî gelekî rawestiyaye û hewl daye ku ferhengek zimanê Kurdî ya dewlemend amade bike. Di vî warî de jî gelek xebatên hêja kiriye lê mixabin temenê wî ji bo pêkanîna vê armancê têrê nekiriye.
Kovara Hawarê di warê zargotin û folklora Kurdî de jî xebateke geleî hêja kiriye û girîngiyeke taybetî daye xebata rengên cihê yên zargotina Kurdî û li gorî beşên wan tasnîf kiriye. Li gorî demdirêjî û demkurtiya stranan, stranên şer, lawik, dîlok, lavij, stranên dînî, bêrîte, beste û hwd ew tasnîf kiriye û weşandiye.
KLASÎKÊN KURDÎ Û WERGERÊN JI ZIMANÊ BIYANÎ
Gava kovara Hawarê dest bi weşana xwe dike, ji dervî hinek mele û rewşenbîrên me, kêm kesan berhemên klasîk yên Kurdan nas dikirin. Mîr Celadet xwest ku wan berhem û şaheserên klasîk yên Kurdan ji nû ve vejînin û beşeke hêja ji dîwana Melayê Cizîrî, Destana Memê Alan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Çend têbinî ji Mishefa Reş û gelek berhemên din di Hawarê de biweşîne.
Hawarê gelek berhem û nivîsên hêja ji zimanê biyanî wergerandiye Kurdî û weşandiye. Weke nimûne Seyahetnameya Ewliya Çelebî, Kardûx û welatên wan a Ksênefonê Yûnanî, Tesfîra Quranê û Hedîseyên Pêxember û hwd.
TARÎX, ERDNÎGARÎ Û JIYANA CIVAKÎ YA KURDAN
Di warên dîrok, erdnîgarî, eşîr û jiyana civakî de gelek nivîs, gotar û lêkolînên hêja di Hawarê de hatine weşandin. Weke nimûne: Siltan Selahedînê Eyûbî, Kurd û Kurdistan bi çavê biyaniyan, Kardox û Welatên Kardoxan, Kurdên Ecemîstanê û halê wan, Tarîxa Kurdistanê, Navên Kurmanc û cihên Kurdistanê, Kurdistana Bakur-bajarên wê, Newrûz, Jêliyan ji eşîrên Botan, Mirdêsan û gawestiyên wan, Şiyayên Silîva û hwd.
KURTEJIYANA MÎR CELADET ALÎ BEDIR-XAN (1893-1951)
Celadet Alî Bedir-Xan di sala 1893an de li Stebolê hatiye dinyê. Ew neviyê Mîr Bedir-Xan, kûrê Mîr Emîn Alî Bedir-Xan û birayê Kamiran û Sureya Bedir-Xan e. Bedir-Xan paşa ji malbata Ezîzan e. Piştî hilweşîna dewleta Zengî, desthilatdariya Cizîra Botan dikeve destê Ezîzan. Mîr Bedir-Xan paşa di sala 1821ê û 18 saliya xwe de dibe mîrê Cizîra Botan. Mîr Bedir-Xan di sala 1842yan de piraniya Kurdistanê ji bin destê deshilatiya Osmaniyan rizgar dike. Di sala 1848an de, leşkerên Împeratoriya Osmanî zora leşkerên Mîr Bedir-Xan dibin û Mîrtiya Botan hildiweşînin.
Celadet Alî Bedir-Xan li Stenbolê xwendina xwe ya navîn dixwîne. Xwendina xwe li Galatasaray û Vefa Lîsesyê didomîne. Lîsansê masterê li Zanîngeha Stenbolê di warê qada qanûnê de werdigre. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de ew û birayê xwe Kamiran di artêşa Osmanî de dibin serbaz û beşdarî şer dibin.
Di sala 1919an de, berî mohrkirina ”Peymana Sevrê” Mîr Celadet û Kamiran Bedir-Xan, Ekrem Cemîl Paşa û Mêcer Nowelê Îngilîstanê ji bo naskirina bîrûbawerî û daxwazên Kurdan diherin Kurdistanê herêma Meletê. Mêcer Nowel hewl dida hînî Kurmancî bibe û notên xwe bi Latînî dinivîsand. Di wê demê de Mîr Celadet bi tîpên Erebî dinivîse. Nîvîsa bi tîpên Latînî ya Mêcer Nowel bandorê li ser Celadet dike û ew biryar dide ku hewl bide alfabeyek bi tîpên Latînî çê bike. Piştî wê, Celadet dest pê dike bingehê alfabeya Latînî-Kurdî datîne.
Di sala 1922yan de desthilata Mustefa Kemal û hevalên wî fermana kuştina gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên Kurdan dide. Di nav lîsta fermana kuştinê de Emîm Alî Bedi-Xan û hersê kurên wî Sureya, Celadet û Kamiran jî hebû. Loma ew ji Tirkiyeyê direvin. Emîn Alî Bedir-Xan û Sureya diherin Misirê, Kamiran û Celadet jî ji bo xwendinê diherin Almanyayê. Mîr Celadet li Almayayê doktora xwe ya huqûqê temam dike. Li Almanyayê carek din li ser alfabeya xwe ya Latînî-Kurdî dixebite û bêtir tekûz dike.
Li vê derê weke têbiniyekê dixwazim destnîşan bikim ku cara pêşîn kesê li ser alfabeya Latînî-Kurdî kar û xebat kiriye Xelîl Xeyalî ye. Di sala 1928an de jî Erebê Şemo- Marogulov alfabeyek Kurdî ya bi tîpên Latînî amade dike. Lê bê gûman yê alfabeya Latînî-Kurdî nûjen û tekûz kiriye Mîr Celadet e ku em îro di nîvîsandina Kurdî ya bi tîpên Latînî de wê alfabeyê bingeh digırin û bi kar tînin.
Mîr Celadet di 25.08.1930î de tê Şamê. Di wê demê de Sûriye û Şam di bin destê dewleta Fransayê de bû. Ew li wir dest di xebata siyasî û niştimanî dike. Mîr Celadet yek ji wan pêşeng û damezrênerê rêxistina Xoybûnê bû ku di sala 1927an de, di Konferansa Beyrûdê de hatibû damezrandin. Xoybûn rêveberiya sereke ya serîhildana Agiriyê (1927-1930) dike. Gava serîhildana li Agiriyê gur û geş dibe, Mîr Celadet bi hinek serokeşîr, siyasetmedar û welatparêzên re amedekarêya alîkariya serîhildana Agiriyê dikin. Ew û çend hevalên xwe bi dizî derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û dixwazin hewl bidin ku serîhildanê li tevayê welêt belav bikin. Lê mixabin bi hevkariya dewleta Îranê ew serîhildan dişkê. Piştî serîhildana Agiriyê dişkê, Mîr Celadet destê xwe ji siyaseta aktîf dikeşîne û giraniya xwe dide xebat û têkoşîna ziman, kultur û edebiyata Kurdî û rojnamegeriyê. Ew di 15ê Gulana 1932yan de dest bi weşana kovara Hawarê dike.
Mîr Celadet piştî kovara Hawarê, di 1ê nîsana 1942yan de dest bi bi derxistina kovara RONAHIyê dike. Di navbêna Nîsana 1942yan heta Adara 1945an de 28 hejmarên vê kovare derdixîne. Ronahî jî bi Kurdî û alfabeya Latînî-Kurdî dihate veşandin. Ji derveyeyî van her du kovaran Mîr Celadet ev pirtûk jî derxistine: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzana Alfabeya Kurdî, Rûpelnîne Elfabê, Dîbaca Mewlûdê, Dîbaca Nîvêjêna Êzîdiyan, Mektûb ji Mustefa Kemal Paşa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û gelek nivîs gotarên çapkirî û neçapkirî… Her wiha Celadet Bedir-Xan li gel birayê xwe Kamiran Bedir-Xan bi riya weşanên Hawarê gelek kitêb pêşkêşî kiêbxaneya Kurdî kirine. (4)
Mîr Celadet Alî Bedirxan weke gelek siyasetmedar, pêşeng û rewşenbîrên Kurdan, ji welatê xwe dûr. Di 15-07-2051ê de li Sûriyeyê, gundê Hêcenê di encamê qezayek avdaniya cotkariyê de wefat dike û li goristana Şamê dihê veşartin.
ÇÎROKA JINÛVE ÇAPKIRINA KOVARA HAWARÊ
Mixabin Kurdên Bakurê Kurdistanê demek dûr û dirêj ji kovara Hawarê, ji vê gencîneyan hêja bêpar û mahrûm mabûn. Hawar li ber destên siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr û rojnamegerên Kurdanan tunebû ku jê sûd û derfetê bigirin.
Hemreş Reşo di îlona 1976an de, li Berlîna Rojava hejmarên 24-57 ya kovara Hawarê weke orjînal çap kir. Hemû hejmarên kovara Hawarê ji aliyê siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên Kurd Osman Sebrî ve gihaştibû Hemreş Reşo. Li gorî aghdariyên ku min bi dest xistine ji ber ku hejmarên 1-23 yên Hawarê di heman demê de bi tîpên Erebî jî hatibûn çapkirin, xebateke taybetî jê re dihate xwestin ku wergerînin tîpên Latînî û ji nû ve çap bikin. Loma jî ew tenê wan hejmarên bi tîpên Latînî weke cildekê çap dike.
Mihemed Bekir, di hezîrana 1987an de, li Swêdê, Stockholmê hejmarên 1-9 yên kovara Hawarê li gel orjînalên wan û wergarandina tîpên Erebî ji bo Latînî li ser navê Weşanxana Hawarê çap dike. Lê mixabin ji ber wefata wî ya bêwext, ew xebata wî ya hêja nîvçe dimîne.
Firat Cewerî, di sala 1998ande, li Stockholmê hejmarên kovara Hawarên yên 1-23 ligel wergeran tîpên Erebî ji bo tîpên Latînî û orjînalên wan hejmaran, weke cildê yekem li ser navê weşanên NÛDEMê çap dike; orjînalên hejmarên 24-57an jî ku tenê bi tîpên latînê hatibûn çapkirin weke cildê dudan çap dike.
PIRSA ROJA ”CEJNA ZIMANÊ KURDΔ Û ”ROJA ZIMANÊ KURDΔ
