Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku Amerîkayê di bersiva pêşniyarên Îranê yên ji bo destpêkirina dan û standinan de, ji Tehranê xwestiye ku 5 mercên sereke bi cih bîne.
Ajansa Nûçeyan a Fars Newsê ya bi ser Supaya Pasdarên Îranê ve ye, îro agahiyên nû belav kirin.
Ev agahî li ser daxwazên Amerîkayê ne, ji bo destpêkirina dan û standinên bi Îranê re.
Rapora Fars Newsê ji zarê çend çavkaniyên pêbawer hatiye belavkirin.
Di raporê de hatiye gotin ku li gorî mercan, Amerîka dê qerebûya Îranê neke û divê Îran uranyuma xwe jî radest bike.
5 mercên Amerîkayê
Pênc mercên sereke yên Washingtonê bi vî rengî ne:
- Amerîka dê ti cûre qerebû û ziyanên şer nede.
- Derxistina derve û radestkirina 400 kîlogram uranyumê ji Îranê ji bo Amerîkayê.
- Hiştina tenê navendeke çalak di nav tesîsêm atomê yên Îranê de.
- Bernedana ji sedî 25ê pereyên Îranê yên blokekirî jî.
- Girêdana rawestandina şer a li hemû eniyan bi encamdana dan û standinan ve.
Metirsiya êrişan dimîne
Ajansa Fars Newsê tekez dike ku eger Îran van mercan bi cih bîne jî metirsiya êriş û destdirêjiya Amerîka û Îsraîlê dê wekî xwe bimîne.
