Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Peywendiyan ê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê Mazin Elûş diyar kir ku ti plana wan nîne ku niha Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê bikin deriyekî fermî yê navneteweyî.
Mazin Elûş li ser rewşa deriyên sînorî yên Sûriyeyê yên bi Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê re ji Rûdawê re axivî.
Mazin Elûş diyar kir ku heta niha ji bo vekirina deriyên sînorî yên Nisêbîn - Qamişloyê yên ku dikeve navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ti daxuyaniyeke fermî nîne.
Elûş got biryara vekirina derî bi lihevkirina her du aliyên Sûriye û Tirkiyeyê û amadebûna wan a teknîkî û ewlehiyê ve girêdayî ye.
Berpirsê Sûriyeyê tekez kir ku li ser hemû astan dan û standinên teknîkî di navbera Şam û Enqereyê de didomin.
Mazin Elûş derbarê deriyê Til Koçerê (El-Yarubiye) yê di navbera Îraq û Sûriyeyê jî axivî û eşkere kir ku di warê serweriya îdarî û desthilata dewletê de bi pêşketinek çêbûye.
Elûş anî zimên ku Desteya Deriyan niha vî deriyî hêdî hêdî amade dike da ku di paşerojê de bi temamî were erkdarkirin.
Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê
Yek ji pirsên giring ên Rûdawê li ser veguherandina Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê bû ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de cih digire.
