Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, li Peymangeha Chatham Houseyê a li Londonê axivî.
Ehmed Şer ragihand ku welatê wî ber bi qonaxa hilbijartinên azad ve gavan diavêje û tekez kir ku ew rê nadin ti komên çekdar li Sûriyeyê bimînin.
Ehmed Şer îro diyar kir ku diyaloga niştimanî hatiye kirin û encamên baş jê derketine.
Wî got, "Hilbijartinên Meclisa Gel hatin kirin. Civîna ewil dê meha bê dest pê bike.
Ev dê rê li ber hilbijartineke azad veke ku em di dawiya qonaxa veguhestinê de li Sûriyeyê bikin."
Dawî li komên çekdar tê
Ehmed Şer li ser mijara ewlehiyê got, "Ji gava ku em gihîştine Şamê, me ji bo birêkirina (kêmkirina) çekan, vegerandina wan a ji bo destê dewletê û çespandina serweriya yasayê xebitî.
Em rê nadin ku li Sûriyeyê kom û komikên çekdar hebin, çimkî ev bi bingehên dewletê re nagunce."
Peymana bi HSDyê re
Ehmed Şer li ser peymana tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav artêşê peyivî û got:
"Peyman bi başî dimeşe. Lê HSDyê di bicihkirina wê de hinekî xemsarî kir û hesabên şaş kirin.
Berê ji bo şerê DAIŞê rewayiyeke wan a demkî hebû, lê niha dewletê rewayiya niştimanî û navneteweyî bi dest xistiye.
Dewlet piştî ku tevlî Koalîsyona Navneteweyî bû, erkê şerê li dijî DAIŞê girt ser xwe."
