Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku wan hemû baregehên leşkerî yên ku berê hêzên Amerîkayê tê de bûn wergirtine.
Baregeh bi salan di bin fermandariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de bûn.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniyê de kêfxweşiya xwe ya ji bo “temambûna pêvajoya radestkirina baregehên leşkerî” anî ziman.
Hat diyarkirin ku ev pêvajo bi hevahengiyeke temam a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Amerîkayê de bi rê ve çûye.
Şamê destnîşan kir ku vekişîna Amerîkayê vê rastiyê nîşan dide ku ew mercên berê êdî nemane.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand:
“Rewşa ku berê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê pêwîst dikir, bi awayekî bingehîn guheriye.”
Her wiha hat gotin ku niha Sûriye bi alîkariya civaka navneteweyî xwedî şiyan e ku têkoşîna li dijî terorê bi rê ve bibe.
Baregeha Qesrikê hat radestkirin
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî da zanîn ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê Baregeha Asmanî ya Qesrikê wergirtiye.
Berpirsekî wezaretê ji AFPyê re eşkere kir ku êdî li baregehê ti hêzên Amerîkayê nemane.
