Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku li cîhanê pergaleke nû ava dibe.
Tom Barrack got, "Êdî divê herêm pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ji rojnamegeran re axivî û pêşhatên li Sûriyeyê nirxandin û pêvajoya niha wekî "tecrubeyeke serkeftî" bi nav kir.
Tom Barrack anî ziman, "Mirovên li kolanan êdî ji bilî hêviyê hestên din hîs dikin."
Li gorî wî, ev yek nîşaneya herî girîng a guherîna li qadê ye.
Têgihiştina parastina leşkerî diguhere
Tom Barrack da zanîn ku nêzîkatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump a "bi rêya hêz û serfiraziyê aştî" bibandor e.
Barrack bal kişand ser guherîna têgihiştina ewlehiya cîhanî û got:
"Dema pêwîst be em midaxele dikin lê pergala parastina leşkerî û ewlehiyê ya ku ji sala 1945an ve didome diguhere.
Divê her kes berpirsyariya xwe bigire ser xwe."
Barrack behsa herêma Siwêdayê ya Sûriyeyê kir ku nifûsa wê bi piranî Durzî ne û diyar kir ku xebata bi hev re ya vê herêmê ya bi cîranên xwe re derfeteke girîng e.
