Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar Hulya Avşar li hemberî vexwendina maçeke tenîsê ya ku bi rêya Rûdawê ji gundê Qebesirtê yê navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ji wê re hatibû kirin bêdeng nema.
Fatma Karageçiya ku li gundê Qebesirtê di dema xwe ya vala ya piştî karê zeviyê de tenîsê dilîze, bi rêya kamerayên Rûdawê Hulya Avşar vexwendibû maçeke tenîsê.
Hulya Avşarê nûçeya Rûdawê ya li ser Fatma Karageçiyê li ser platforma Xê parve kir û peyama "Ez dê di demeke nêzîk de li wir bim" da.
Avşarê di parvekirina xwe de anî ziman:
"Xwedayê min hûn çi qasî xweşik in, di derfeta ewil de ez li wê derê me û helbet korteke xweşik ji bo wê derê hewce ye."
‘Were em bi hev re bilîzin’
Gundê Qebesirtê yê navçeya Wêranşarê van demên dawî bi hezkirina ji tenîsê ketibû rojevê.
Li gund jin, mêr, ciwan û zarok piştî karên zevî û ajeldariyê bi traktoran diçin korta tenîsê û werzişê dikin.
Bangewaziya şêniya gund Fatma Karageçiyê ya bi rêya Rûdawê li ser medyaya civakî eleqeyeke mezin dîtibû.
Karageçiyê bangî Hulya Avşarê kiribû û gotibû, "Were em bi hev re tenîsê bilîzin. Ez dê zora te bibim."
Bersiva erênî ya Hulya Avşarê ya li hemberî vê vexwendinê, li ser medyaya civakî ji aliyê gelek bikarhêneran ve bi peyamên piştgiriyê hat pêşwazîkirin.
Tenîsa cîhanê jî dişopînin
Çîroka tenîsê ya li gundê Qebesirtê di serdema pandemiyê de dest pê kiribû û piştî eleqeya zêde ya gundiyan korteke tenîsê ya li gorî standardan hatibû çêkirin.
Gundî niha hem bi tenîsê dilîzin, hem jî tenîsa cîhanê jî ji nêzîk ve dişopînin.
Beşdariya jinan a werzişê ya li gund bi taybetî balê dikişîne.
Çîroka Fatma Karageçiyê û keça wê Buşra Karageçiyê ji gelek kesên herêmê re bûye îlhamek.