Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan û 13 kesên din di çarçoveya lêpirsîna “bertîlxwarin û zexta ji bo qezencê” de hatin darizandin.
Tanju Ozcan bi biryara dadgehê hat girtin.
Her wiha Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro ku Şaredarê Boluyê "bi awayekî demkî" ji kar hatiye dûrxistin.
Lêpirsîna li ser bertîlxwarinê
Serdozgeriya Komarê ya Boluyê bi tohmeta “bertîlxwarin û zexta ji bo qezencê” lêpirsînek dabû destpêkirin.
Ev sûc wekî "xirab bikaranîna erka karmendekî giştî ji bo bidestxistina berjewendiyên neheq ji bo xwe yan jî ji bo kesekî din" tê pênasekirin.
Operasyona hevdem
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Boluyê di çarçoveya vê lêpirsînê de, 28ê Sibat li 13 navnîşanan bi awayekî hevdem operasyon pêk anîn.
