Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û di qada asmanî ya Îraq û Sûriyeyê re derbasî Tirkiyeyê bûye, ji aliyê pergalên parastina asmanî yên NATOyê ve hatiye têkbirin.
Hat diyarkirin ku parçeyên mûşekê li navçeya Dortyolê ya Hatayê ketine.
Wezaretê îro bi daxuyaniyeke fermî eşkere kir ku gefa mûşekê ya li ser qada asmanî ya Tirkiyeyê hatiye têkbirin.
"NATOyê di dema xwe de midaxele kir"
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, mûşekeke balîstîk a ku hatiye tespîtkirin ji xaka Îranê hatiye avêtin, qada asmanî ya Îraq û Sûriyeyê derbas kir û berê xwe da sînorê Tirkiyeyê.
Piştî tespîtkirina gefê, hêzên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê yên ku li Rojhilatê Deryaya Spî cih digirin di dema xwe de midaxele kir û mûşek li hewayê îmha kir.
Parçeyên ku li Dortyolê ketine yên mûşeka parastinê ne
Piştî îmhakirinê hat dîtin ku parçeyekî mûşekê li navçeya Dortyolê ya Hatayê ketiye.
Wezaretê piştrast kir ku ew parçe ne yê mûşeka êrişê ye, yê mûşeka parastinê ye ku mûşeka din li hewayê xistiye.
Hat ragihandin ku di bûyerê de kes nemiriye û birîndar nebûye.
