Enqere (Rûdaw) - Şandeya HAK-PARê ya bi serokatiya Serokê Giştî yê partiyê Duzgun Kaplan, li Enqereyê Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê ziyaret kir.
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Enqereyê ziyaretên xwe yên li ser rapora Komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin didomîne.
Şandeya HAK-PARê ya ku berê bi Partiya DEVAyê re civiyabû, vê carê jî bi Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu re civiya.
Şandeya HAK-PARê bi serokatiya Serokê Giştî Duzgun Kaplan pêk hat.
Di şandeyê de Alîkarên Serokê Giştî Cihan Baykara, Mustafa Aytaş, Mehmet Şirîn Timur û Şêwirmend Metîn Pîranî cih girtin.
Şande li Navenda Giştî ya Partiya Paşerojê ji aliyê Serokê Giştî Ahmet Davutoglu, Cîgirê Serokê Giştî Ayhan Sefer Ustun û rayedarên partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Partiya Paşerojê: Diyalog roj bi roj girîngtir dibe
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ayhan Sefer Ustun piştî civînê ji Rûdawê re axivîn.
Ayhan Sefer Ustun bal kişand ser girîngiya diyaloga di navbera partiyên siyasî de û got:
“Em girîngiyê didin diyalog û şêwra di navbera partiyan de. HAK-PAR ji sala 2002yan ve di qada siyasetê de partiyeke kevnar e.
Li herêma me bipêşketinên gelekî girîng hene. Di demeke wiha de ev hevdîtina me gelekî watedar e.”
HAK-PAR: PKK encam e, ya sereke Pirsgirêka Kurdan e
Civînê nêzîkî 45 xulekan berdewam kir.
Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan di civînê de nêrînên partiya xwe yên li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê anîn zimên.
Duzgun Kaplan ji Rûdawê re got ku ew di çarçoveya pêvajoyê de bi partiyan re dicivin û li ser pirsgirêka Kurdan û pirsgirêkên Tirkiyeyê nêrînên xwe parve dikin.
Duzgun Kaplan di civînê de diyar kiriye ku nabe Pirsgirêka Kurdan û pirsgirêka PKKyê tevlîhevî hev bibin.
