Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê bi îdiaya ku di pîrozbahiyên Newrozê de "propagandaya PKK-KCKyê" kirine, 26 kes hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, bi koordîneya Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT), tîmên girêdayî Şaxa Rûbirûbûna Terorê û Îstixbaratê ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê 26 kes tespît kirine.
Hat îdiakirin ku wan kesan di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de "propagandaya PKKyê" kiriye.
