Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna ASALê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka herî mezin a welatiyan aborî û debar e.
Lê ji bo çareseriyê baweriya xelkê bi partiyên heyî nîne.
Lêkolîna ASALê encamên rapirsiya meha Adara 2026an a “Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?” eşkere kirin.
Pirsgirêka sereke aborî ye
Di rapirsiyê de ji welatiyan pirsên “Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?” û “Kîjan partî dikare pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike?” hatin pirsîn.
Li gorî rapirsiyê, ji sedî 58,2yê welatiyan gotiye ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê aborî û bihabûna jiyanê ye.
Rêjeya pirsgirêkên din jî bi vî awayî ye:
Edalet/Sîstema Hiqûqê: Ji sedî 8,5
Bêkarî: Ji sedî 6
Ewlehî: Ji sedî 4,8
Perwerde: Ji sedî 3,2
Teror: Ji sedî 2,7
