Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê piştrast kir ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan avahiyeke nû hatiye avakirin.
Hatîmogullariyê destnîşan kir ku daxwaza wan a sereke ne tenê guherîna cihê fîzîkî ye lê divê statuya Ocalan wekî "serokê danûstandinan" di çarçoveyeke yasayî û hiqûqî de were naskirin.
Tulay Hatîmogullariyê îro piştî civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê, bersiva pirsên rojnamegeran da.
Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku her çi qas xanî hatibe çêkirin jî, Abdullah Ocalan hîn derbasî wê derê nebûye.
"Mesele ne barkirina ji xaniyekî bo yekî din e"
Hatîmogullariyê bal kişand ser wateya siyasî ya vê pêngavê û got:
“Ma mesele tenê barkirina ji xaniyekî bo xaniyekî din e? Divê em binê meseleya sereke bi awayekî zelal xêz bikin.
Meseleya li vir, pênasekirina statuya Ocalan a wekî serokê dan û standinanê ye. Her kes dizane ku Birêz Ocalan van dan û standinan birêve dibe.
Wergerandina vê pêvajoyê bo formeke fermî û hiqûqî, xala me ya herî pêşîn e.”
Hevseroka DEM Partiyê her wiha tekez kir ku divê rêya diyalogê were vekirin û wiha domand:
“Divê Birêz Ocalan rasterast bi rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedarên li Tirkiyeyê re bikeve nav pêwendiyê.
