Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku di hevdîtina 27ê Adarê ya li Îmraliyê ya li gel Abdullah Ocalan de rayedarên dewletê jî amade bûne.
Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî beşdarî weşana Îlke TVyê bû rojeva heyî nirxand.
Wî hevdîtina şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya 27ê Adarê ya bi Abdullah Ocalan re û rûdanên piştî wê jî nirxandin.
"Mizakereyeke fermî ye"
Sezai Temellî da zanîn ku hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re, mizakereyeke fermî ye ku rayedarên payebilind ên dewletê jî beşdar bûne.
Temellî ku ser vê mijarê wiha axivî:
“Di hevdîtina 27ê Adarê de li gel şandeya me rayedar jî amade bûn.
Îstîşare pêk hatin lê helbet ka kî di şandeyê de bû û naveroka axaftinan çi bû, tenê şande û kesên ku beşdar bûne dikarin eşkere bikin.”
"Reşnivîsek dê were amadekirin"
Temellî li ser pirsa naveroka “yasaya pêvajoyê” jî ev bersiv da:
“Li holê reşnivîsek nîne. Reşnivîsek dê were amadekirin. Ez li ser rêbazên amadekirina vê reşnivîsê diaxivim.
Dibe ku bi du rêbazên cuda were amadekirin.
Dibe ku nêrînên partiyan werin wergirtin, bi wan re îstîşare were kirin û reşnivîsa pêşniyaryasayê derkeve holê.
Yan jî wekî her tim partiya desthilatdar pêşniyaryasayekê amade bike û bîne. Komîsyon û li Lijneya Giştî dê nîqaş bike.
