Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Abdullah Ocalan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwest ku li dijî Tirkiyeyê "pêvajoya binpêkirinê" bide destpêkirin.
Ev daxwaz di demekê de ye ku ew dema Konseyê dabû Enqereyê ku li ser "Mafê Hêviyê" gavan biavêje, meha Hezîranê bi dawî dibe.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdaneke nû pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
Serlêdan li ser "Mafê Hêviyê" yê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê yê girankirî wergirtine hat kirin.
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Tirkiyeyê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di doza "Ocalan hejmar 2" de heta niha ti gavên berbiçav neavêtine.
Her wiha daxwaz hat kirin ku ev mijar di civîna 1537an a komîteyê de bi lez were nirxandin.
"Tirkiyeyê ti guhertin nekirine"
Parêzeran bal kişand ser wê yekê ku tevî derbasbûna zêdetirî 12 salan a di ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re, Tirkiyeyê li ser tedbîrên giştî ti guhertin di yasayên xwe de nekirine.
Ji ber vê yekê, parêzeran xwest ku li gorî xala 46/4 a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê li dijî Tirkiyeyê "pêvajoya binpêkirinê" were destpêkirin.
Sedema vê daxwazê jî ew e ku Tirkiye biryarên dadgehê bi cih nîne.
