Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî re civiya.
Di civînê de pêwendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê yên li gel Urdinê û bipêşketina zêdetir a hevkariya wan hatin nîqaşkirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Urdinê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Mijareke din a hevdîtinê pêşhatên dawî yên rewşa herêmê û encamên şer û aloziyan bû.
