Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di rûniştina vekirinê ya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de axivî.
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku ji bilî guherîna hêzê ya li cîhanê "krîzeke kûr a îstîqametê" heye û rola Tirkiyeyê ya hêsankar a di pêvajoyên aştiyê de ducare nîşan da.
"Cîhan krîzeke îstîqametê dijî"
Erdogan diyar kir ku şirovekirina hejînên di pergala navneteweyî de tenê bi guherîna hevsengiyên hêzê dê mirov ji eslê meseleyê dûr bixe û wiha got:
"Îro cîhan li gel krîza hêzê, krîzeke îstîqametê jî dijî. Krîza ku di pergala gerdûnî de tê jiyîn beriya her tiştî krîzeke exlaqî û hebûnê ye. Ji bo dîtina asta krîzê, nêrîna li Xezeyê ya piştî 7ê Çiriya Pêşîn bes e."
Recep Tayyîp Erdogan teqez kir ku mekanîzmayên berpirsên parastina mafên mirovan û ewlehiya gerdûnî li hemberî êrişên herî giran bêbandor mane û diyar kir ku xwendina rewşa Xezeyê tenê wekî trajediyeke mirovî dê kêm be.
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha di berdewamiyê jî de got, "Komkujiya li Xezeyê bi awayekî eşkere nîşan da ku pergala heyî rê dide çi. Eger pergalek nikaribe pitikên bêguneh ên di kûvezê de ji guleyan biparêze, eger sazî û rêzik nebin asteng li ber zilma zaliman, ma ev rizîbûneke binyadî nîne?"
Agirbest û hişyariya Îsraîlê
Erdogan diyar kir ku ew ji agirbesta 15 rojî kêfxweş in û got divê ev fersend ji bo aştiyeke mayînde were bikaranîn û wiha domand:
"Çi qas kûr be jî, divê di çareserkirina nakokiyan de ducare rê neyê dayîn ku çek bikevin şûna gotinan û têkoşîna bixwîn bikeve şûna dan û standinan.
Girîng e ku alî bi têgihiştineke lihevkirinê tevbigerin. Divê li hemberî Îsraîlê ya ku pêvajoya dan û standinan xera dike, amade û hişyar bin."
Tirkiye ji bo lûtkeya rêberan amade ye
Erdogan li ser şerê Rûsya û Ukraynayê jî nirxandin kirin û teqez kir ku Tirkiye biryardar e rola xwe ya navbeynkariyê bidomîne:
