Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ew geşbîn e ku agirbesta navbera Amerîka û Îranê were dirêjkirin û alî bigihîjin rêyeke çareseriyê.
Foruma 5emîn a Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) piştî sê rojan ji gotûbêj û trafîka dîplomatîk, bi daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi dawî bû.
Fîdan diyar kir ku Antalya di van sê rojan de bû navenda dîplomasiya cîhanê û forumê bi asta beşdariya xwe hemû mînakên berê li pey xwe hiştin.
Li gorî amarên ku Hakan Fîdan parve kirin, îsal zêdetirî 6 hezar û 400 kes beşdarî forumê bûn.
Di nav mêvanan de 23 serokdewlet û serokwezîr, 13 alîkarên serokdewletan û serokên parlamentoyan, 50 wezîr (ku piranî wezîrên karên derve ne) û nûnerên 150 welatî û 66 saziyên navneteweyî hebûn.
Agirbesta Amerîka û Îranê
Hakan Fîdan piştî axaftinên xwe yên derbarê forumê de li ser bipêşketinên dawî yên li herêmê axivî û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê bal kişand ser agirbesta 14 rojî ya navbera Washington û Tehranê ya ku bi navbeynkariya Pakistanê çêbûye û got:
“Em dibînin ku her du alî jî ji dil dixwazin dan û standinan bikin.
14 roj ji bo agirbestê demeke girîng e lê di nava vê demê de çareserkirina hemû pirsgirêkên aloz ne pêkan e.
Hêviya me ew e ku dema agirbestê were dirêjkirin û ez bi xwe di vî warî de geşbîn im.
Berî ku ez werim vê derê, min bi aliyê Pakistanê re hevdîtineke girîng kir da ku em bizanibin divê gavên me yên li pêş çi bin.”
"Îsraîl polîtîkaya Xezeyê li Libnanê pêk tîne"
Fîdan derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê hişyarî dan û got:
“Mixabin Libnan careke din bûye qurbana pencên bêrehm ên şer.
