Hewlêr (Rûdaw) - Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) yên derbarê kontrolkirina darayî ya gelek partiyên siyasî de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Li gorî biryarê, kontrolkirina darayî ya sala 2022yan a van partiyan hate kirin:
Partiya Ewlehî Edalet û Ronahiyê, Partiya Vejîna Bilind, Partiya Demokrat (DP), Partiya Kedkarên Sosyalîst, Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Partiya Yeniden Refahê, Partiya Rêya Rast (DYP), Partiya Paşerojê Partiya Komunîst û Partiya Edaletê.
Dadgeha Destûra Bingehîn piştî lêkolînên hûr diyar kir ku hesabên van partiyan ên wê serdemê rast in.
Dadgeha Destûra Bingehîn her wiha destnîşan kir ku amarên darayî li gorî "Yasaya Partiyên Siyasî" ya bi jimara 2820î hatine amadekirin.
Kontrolkirina sala 2023yan
Li aliyê din, biryarên AYMyê yên derbarê kontrolkirina darayî ya sala 2023yan a 11 partiyên din jî hatin belavkirin.
Ew partî ev in: Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokrat (DP), Partiya Tevgera Şoreşê, Partiya Rêya Rast (DYP), Partiya Yekîtiya Hêzê, Partiya Cîhanê, Partiya Al Sancakê, Partiya Komunîst, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Xwemalî û Neteweyî û Partiya Tugrayê.
Dadgeha Bilind biryar da ku hesabên teqez ên van partiyan li gorî agahî û belgeyên li ber dest rast in û bi yasayan re li hev dikin.
Dadgeha Destûra Bingehîn hesabên hemû partiyan kontrol dike
Dadgeha Destûra Bingehîn amarên darayî hesabên teqez yên hemû partiyên siyasî yên ku li Tirkiyeyê hatine avakirin û çalak in kontrol dike.
