Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş ragihand ku guhertinên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne.
Demîrtaş diyar kir ku ew dê ji bo bihêzbûna siyaseta demokratîk çi ji destê wan bê bikin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alîkara Serokê Giştî yê CHPyê Meryem Gul Çîftçî, Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş û nûnerê EMEPê, li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir.
Piştî hevdîtinê Tuncer Bakirhan, Meryem Gul Çîftçî û Erkan Baş ji medyayê re axivîn.
Piştî daxuyaniyên siyasetmedaran, peyama Selahattîn Demîrtaş hat xwendin.
"Derketina me jî dê polîtîk be"
Demîrtaş di peyama xwe de got:
“Bila her kes vê yekê bizanibe: Em ji bo derketina derve rojan najimêrin. Ketina me ya girtîgehê çi qasî polîtîk bû, dê derketina me jî bi heman awayî be.”
Siyasetmedarê Kurd da zanîn ku dê têkoşîna demokrasiyê ji îro pê ve bi pêş bikeve û geş bibe.
"Guhertinên mezin li pêşiya Tirkiyeyê ne"
