Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got, “Birêz Serokkomar, aştî niha li benda wê mohrê ye ku li ser were xistin."
Îro li Parlamentoya Tirkiyeyê bi helkefta salvegera 106emîn a damezirandina Parlamentoyê û “23ê Nîsanê Cejna Serweriya Neteweyî û Zarokan” rûniştineke taybet hat kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser kursiya parlamentoyê gotarek pêşkêş kir û li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku di sedsala nû de pêwîstiya Tirkiyeyê bi "komareke demokratîk" heye da ku hemû gel û nasname bikaribin bi azadî tê de bijîn.
"Biryara çekdanînê ya PKKyê"
Tuncer Bakirhan bal kişand ser banga çekdanînê ya PKKyê û got:
"Biryara çekdanînê ya PKKyê, rûdana herî mezin a dîroka Tirkiyeyê ye.
Di van axên ku bi serhildan û tepeserkirinê tên naskirin de, bi îradeya xwe danîna çekan nîşaneya aqilmendiyeke mezin e.
Lê divê were zanîn ku aştî bi tenê nayê meşandin. Aştî pêpelûkek e ku bi gavên dualî tê hûnandin."
"Çarenivîsa Kurd û Tirkan yek e"
Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser şer û aloziyên li Rojhilata Navîn.
Wî hişyarî da ku di serdemeke wiha de aştiya navxweyî ne bijardeyek, neçariyeke dîrokî ye û wiha domand:
"Îro hêza herî mezin a Tirkiyeyê, çarenivîsa hevbeş a Kurd û Tirkan e. Dîrokê em mehkûmî jiyana bi hev re kirine.
