Hewlêr (Rûdaw) - Komeleyên Amediyan ên ku li bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê çalak in, ji bo piştgiriya tîma Amedsporê li avahiyên xwe alayên bi rengên kesk û sor daliqandin.
Komeleyan ragihand ku Amedspor ji bo wan "nirxekî çandî û civakî ye" û ew dê di her platformê de li gel tîma xwe bin.
Li bajarê Bursayê yê ku hejmareke zêde ya Amediyan lê dijîn, hezkirin û piştgiriya ji bo Amedsporê her ku diçe zêde dibe.
Komeleyên navçeyên cuda yên Amedê yên li vî bajarî, bi mebesta piştgirî û dayîna moralê ji bo tîma xwe, avahiyên komeleyên xwe bi alayên mezin ên Amedsporê xemlandin.
"Amedspor nûnertiya nasnameya me dike"
Komeleyan di daxuyaniyeke hevbeş de tekeziyê li ser yekrêzî û piştgiriya ji bo Amedsporê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amedspor ne tenê klûbeke werzîşê ye lê nûnertiya nasname û çanda herêmê dike.
Nûnerên komeleyan di daxuyaniya xwe de got:
“Em dê her tim li gel tîma bajarê xwe Amedsporê bin.
Em bi hêza yekker a werzîşê bawer dikin û têkoşîna rengên kesk û sor wekî têkoşîna xwe dibînin.
