Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku xwenîşandana karkerên madenê ya ku ev demeke li Enqereyê dihatin kirin bi dawî bû û aliyên karker û kardêran li hev kir.
Li Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji bo nirxandina xwenîşandanên karkerên madenê yên li Enqereyê, di navbera nûnerên karker û kardêran de civînek hat lidarxistin.
Civîn di bin serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Çelîk de hat lidarxistin.
Alîkarê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Faruk Ozçelîk, Alîkarê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Abdullah Tancan, Birêvebirê Giştî yê Ewlehiyê Mahmut Demîrtaş, Birêvebirê Ewlehiyê ya Enqereyê Engîn Dînç, Alîkarê Parêzgarê Enqereyê Gursoy Osman Bîlgîn û Serokê Daîreya Ewlehiyê ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê Emrullah Golcuk beşdarî civînê bûn.
Her wiha Serokê Giştî yê Sendîkaya Maden-Îşê ya Serbixwe Gokay Çakir, berpirsê sendîkayê Başaran Aksu, karkerên madenê Sînan Koçak û Ozcan Gultekîn û xwediyê Şirketa Doruk Madencîlîkê Sebahattîn Yildiz jî di civînê de amade bûn.
Di civîna ku nêzîkî saet û nîvekê berdewam kir de, ji bo bidawîanîna grev û xwenîşandanan li ser zemîna lihevkirinê dan û standin hatin kirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku civîn bi lihevkirina aliyan bi dawî bûye û karkeran eşkere kiriye ku wan bi kardêr re li hev kiriye û xwenîşandanên xwe bi dawî kirine.
Meaşên karkeran hatin razandin
Li aliyê din, hat zanîn ku bi hewlên Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî, ji aliyê kardêr ve 96 milyon û 340 hezar lîre li hesabên karkeran hatiye razandin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Maden-Îşê ya Serbixwe Gokay Çakir li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe daxuyaniyek da û destnîşan kir ku civîn erênî derbas bûye.
