Hewlêr (Rûdaw) - Namo Fazilê lîstikvanê jêhatî yê Kurd ê MMAyê di çalayakiya yekemîn a werzişî ya platforma Netflixê de li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê, bi alaya Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist.
Namo Fazil li Salona Intuit Domeyê hat pêşberî hevrikê xwe yê Amerîkayî Jake Babian.
Di xula yekem de, Babian pir êrişker dest pê kir û bi lêdanên xurt zext li Namo kir lê lîstikvanê Kurd bi taktîk û berxwedaneke mezin li ber xwe da.
Guherîna mezin di xula duyem de çêbû.
Di çirkeya 58an a vê xulê de, Namo Fazil bi zîrekiyeke mezin kontrola pevçûnê girt destê xwe û bi teknîkeke dijwar a ku wekî "Anakonda Choke" tê naskirin, stûyê hevrikê xwe yê Amerîkayî girt.
Babian li ber wê zexta giran nekarî raweste û berî ku zerereke mezin bibîne, bi destê xwe nîşan da û teslîm bû.
Navê vê teknîka ku Namo bi kar anî, ji marê anakondayê tê, çimkî mîna mar stûyê hevrikê xwe dorpêç dike heta ku wî neçarî teslîmbûnê dike.
Rêya ber bi UFCyê ve
Bi vê serkeftinê, niha tomara Namo Fazil gelekî xurt e; 10 serkeftinên wî hene û tenê carekê zora wî çûye.
Ev destkefta mezin a ku bi awayekî zindî li ser Netflixê hat weşandin, rê ji bo Namo vekir ku di paşerojeke nêzîk de di rêza pêşîn a lîstikvanên cîhanî yên UFCyê de cih bigire.
Ev serkeftina dîrokî di nav qêrînên "Kurdistan, Kurdistan" ên spîker û beşdaran de hat tomarkirin.
Niha Namo Fazil wekî yek ji stêrkên geş ên MMAyê li Amerîkayê tê naskirin û wî karî careke din navê Kurdan di navendên werzişî yên cîhanî de bilind bike.
Namo Fazil piştî serkeftina xwe ya mezin a îro di nav qefesa şer de axivî û got:
"Me gelekî qal kir, me gotina xwe bi ciha anî.
