Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di bin barana gur de li hemberî Manisasporê bi 2 golan bi ser ket û hefte bê ziyan derbas kir.
Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor di hefteya 31emîn a Lîga 1emîn a TFFyê de di bin baraneke dijwar de li Stadyuma Amedê mazûvaniya Manisa FKyê kir.
Di vê maça ku ji bo lûtkeya lîgê gelekî girîng bû de, Amedsporê ji xulekên destpêkê ve lîstikeke bibandor nîşan da.
Di destpêka nîvê duyem de ji ber şert û mercên qadê leza maçê hinekî kêm bû lê bi guhertina lîstikvanan re maç careke din geş bû.
Amedsporê bi lez dest pê kir
Di destpêka maçê de Amedsporê gelek caran êrişî qeleya hevrikê xwe kir û derfet neda Manisayê.
Lîstikvanê Amedsporê Hasan Ali Kaldirim xuleka 11an de seqet bû û neçar ma ji lîstikê derkeve. Li şûna wî Celal Hanalp ket lîstikê.
Nîvê yekem bê gol qediya
Lîstikvanê Manisa FKyê Yasin Gureler jî xuleka 41ê seqet bû û lîstikvanê ciwan Ada Îbîkê 17 salî ket cihê wî.
Lîstikvanên Amedsporê gelek derfet bi dest xistin lê nîvê yekem bê gol bi dawî bû.
Manisa 10 kes ma
