Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber mafê beşdarbûna Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Îraqê ya ji bo Kupaya Cîhanê ya 2026an peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Îraqê di maça ku li Meksîkayê hat lîstin de Bolîvya 2-1 têk bir û serkeftineke dîrokî bi dest xist.
Serokê Herêma Kurdistanê piştî vê yekê di peyama xwe de di serî de werzişkar û tîma teknîkê, hemû gelê Îraqê pîroz kir.
"Serkeftineke dîrokî û cihê serbilindiyê"
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya vê serkeftinê ya di dîroka werzişê de û ev tişt gotin:
"Ev serkeftina dîrokî ya ku piştî 40 salan a li bendêmayînê hat, ji bo hemû Îraqiyan mizgîniyeke mezin û haveynê serbilindiyê ye.
Ez ji dil û can hemû endamên tîma neteweyî pîroz dikim ku bi ked û dilsoziya xwe xewna Kupaya Cîhanê pêk anî."
