Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê îsal hem bi serkeftina xwe, hem bi eleqeya alîgiran û hem jî bi firotina formayên xwe nav û deng vedaye.
Amedspor di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de dilîze.
Tîm niha di rêza duyem de ye û ji bo ku derkeve Lîga Super dilîze.
Encamên baş ên Amedsporê bûne sedem ku roj bi roj hejmara alîgir û hezkirên wê zêdetir bibe.
Ji ber vê yekê jî daxwaza li ser berhemên tîmên û bi taybetî jî daxwaza li ser formayan gelekî zêde bûye.
Ber daxwazan re nagihin
Li gorî şopandina Rûdaw Sportsê, Amedspor ji ber daxwaza zêde ya ji bo kirîna formayan rûbirûyî pirsgirêkan bûye.
Tîm niha ber dirûtina formayên nû re nagihe û bi hezaran alîgir li benda formayan in.
Dîsa li gorî agahiyên Rûdaw Sportsê, daxwaza li ser formayên tîmê çar-pênc qatan zêde bûye û ev daxwaz her ku diçe pirtir dibe û şirketa ku formayan didirû niha hejmara formayan 4 qatan zêde kiriye.
Ji sedî 70yê formayan li derveyî Amedê tên firotin
Tiştekî din ê balkêş ew e ku navê Amedsporê tenê li Amedê nemaye.
Niha tîm li seranserê Kurdistan, Tirkiyeyê û li hemû cîhanê xwedî navekî mezin e.
Berê ji sedî 40ê formayên Amedsporê li Amedê dihatin firotin lê niha guherînên mezin çêbûne û ji sedî 70yê formayan li derveyî Amedê tên firotin.
Piraniya daxwazên ji bo kirîna formayan bi rêya serhêl (online) tên kirin.
