Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedsporê, di maça ku li Stenbolê hat lîstin de li gel Esenler Eroksporê 1-1 wekî hev ma.
Di çarçoveya Lîga Yekemîn a TFFyê de, Amedspor li deplasmanê derket pêşberî Esenler Eroksporê.
Amedspora ku di rêza duyem a lîgê de ye, puanên xwe derxistin 71ê.
Bi vê encamê, Amedspor beriya 4 hefteyên dawî bi 4 puanan ket pêşiya Esenler Erokspora ku di rêza sêyem de ye û 67 puanên wê hene.
Li aliyê din, Erzurumspora ku li deplasmanê zora Îstanbulsporê bir, puanên xwe derxistin 75an û lîdertiya xwe parast.
Esenler Erokspor di xuleka 23yan de bi gola Ryan Jack 1-0 ket pêş.
Di xuleka 33yan de Celal gola wekheviyê avêt lê hakem ew gol qebûl nekir.
Nîvê yekem ê maçê bi serdestiya 1-0 a tîma malxwe bi dawî bû.
