Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 37an a Lîga Yekemîn a TFFyê de îro li mala xwe bi Sipay Bodrum FKyê re dilîze.
Tîma Amedê amadehiyên xwe temam kirin û li benda saeta maçê ye.
Tîma kesk û sor di bin birêvebiriya rahêner Mesut Bakkal de li Tesîsên Şehmus Ozer rahênana xwe ya dawî kir.
Lîstikvan li ser pas, parastina topê û lêdanên rawestiyayî xebitîn.
Maç dê îro saet 16:00an li Stadyuma Amedê dest pê bike.
Armanc Super Lîg e
Ev maç ji bo armanca Amedsporê ya derketina rasterast a Lîga Super gelekî girîng e.
Ji bo bidawîhatina lîgê 2 hefte mane.
Pêşbirka şampiyoniyê û derketina jor didome.
Nûnera Amedê li benda xeletiya Esenler Eroksporê ye ku di rêza duyem de ye.
