Hewlêr (Rûdaw) – Maça Amedspor û Sipay Bodrum FKyê bi encama 1-1 bi dawî bû û hêviya Amedsporê ya ji bo derketina Lîga Super ma hefteyên pêş.
Amedsporê di hefteya 32yan a Lîga Yekemîn a Trendyolê de, li stadyuma xwe mêvandariya tîma Bodrum FKyê kir.
Lîstikvanê tîma mêhvan Alî Aytemur di xuleka 5an de qerta sor dît û ji maçê hat derxistin.
Piştî vê qertê tîma Bodrumê bi 10 lîstikvanan maç domand.
Nîveka yekem a maçê bê gol û bi wekheviyê qediya.
Amedsporê di nîveka duyem de, êrişên xwe zêde kirin û di xuleka 64an de bi gola Daniel Moreno 1-0 ket pêş.
Bodrumê di xuleka 90+4an de bersiv da
Lê belê, tîma Bodrum FKyê di xulekên zêdekirî de, ango di xuleka 90+4an de bi gola Îsmaîl Tarim bersiv da û encam bû 1-1.
