Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ragihand ku rahênerê tîmê Mesut Bakkal û ekîba wî bi lihevkirineke dualî dest ji kar berda.
Amedsporê doh li stadyuma xwe mazûvaniya Bodrumsporê kir û maç 1-1 wekhev bi dawî bû.
Di xuleka 5an a maçê de lîstikvanekî Bodrumsporê qerta sor dît û tîma Bodrumsporê 10 kes ma.
Tevî vê yekê jî Amedspor bi ser neket û encama 1-1ê rastî rexneyên tund hat.
Piştî encama doh, Birêvebiriya Amedsporê îro bi rahêner Mesut Bakkal re civînek kir û biryareke nû stand.
Amedsporê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan bi lihevkirineke dualî dawî li peymana Mesut Bakkal û ekîba wî aniye.
