Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de dilîze û xwe ji bo Lîga Super amade dike, di dîroka klubê de gaveke girîng diavêje û firoşgeha xwe ya yekemîn a fermî ya li derve li bajarê Hannoverê yê Almanyayê vedike.
Bi vî awayî dê şaxa pêncemîn a Amed Storeyê li Ewropayê xizmetê bide.
Amed Storeya ku berê li navçeyên Sûr, Peyas û Bajarê Nû yên Amedê firoşgehên wê hebûn, armanc dike ku bi şaxa xwe ya nû bigihêje alîgirên xwe yên li Ewropayê.
Li Hannoverê piştî daliqandina tabelaya firoşgehê, ji bo vekirinê amadehî tên kirin.
Vekirina fermî ya şaxa Amed Storeyê ya Hannoverê dê 16ê Gulanê demjimêr 14:00an were kirin.
Tê çaverêkirin ku Serokê Amedsporê, birêvebirên klubê û mêvan beşdarî bernameya vekirinê bibin.
