Hewlêr (Rûdaw) - Qonaxa play-offê ya Lîga Duyem a Tirkiyeyê dest pê dike û Mardin 1969 Spor û Muşspor ji bo Lîga Yekem têdikoşin.
Di maça yekem a nîvfînalê ya play-offê de, Mardin 1969a ku di “Koma Sor” de di rêza duyem de cih digire, dê li hemberî tîma Mereşê (Kahramanmaraşspor) bilîze.
Lîstik îro demjimêr 16:00an dest pê dike.
Maça rovanşê dê roja duşemê li stadyuma Mêrdînê were lîstin û tîma ku bi ser bikeve dê derbasî fînalê bibe.
Muşspor bi Aliagayê re dilîze
Mûşspor jî li Îzmîrê bi Aliagayê re dilîze û ev maç demjimêr 20:00î dest pê dike.
