Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor derbasî Lîga Super bû.
Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a TFFyê de, ji bo bilêta Lîga Super bû mêhvana Igdir FKyê.
Maça krîtîk bi kelecaneke mezin dest pê kir. Amedspor bi encama 3-3yan rasterast derket Lîga Super.
Maça ku dê qedera Amedsporê ya Lîga Super diyar bikira saet 16:00an li Stadyuma Bajêr a Îdirê dest pê kir.
Di xulekên destpêkê yên maçê de gol hatin avêtin.
Kesên ku li trîbunan û ji ekranên mezin ev maça girîng temaşe dikir bi kelecaneke mezin kêlî bi kêlî lîstik şopand.
Nîvê yekem dijwar bû
Nîvê yekem bi zexta lîstikvanên Amedsporê dest pê kir.
Lê tîma Îdirê bi pozîsyona xwe ya ewil golek avêt qeleya Amedsporê.
Igdir FKyê xuleka 6an bi gola Fofana 1-0 ket pêş.
Piştî vê golê tîma kesk û sor zexta xwe zêde kir û xuleka 19an gola wekheviyê avêt.
Hasan Alî Kaldirim gok ji nîvê qada xwe bir heta qeleya dijber û gola wekheviyê ya tîma xwe avêt.
Gola duyem a Îdirê ji ber faulê, piştî ku ji aliyê hakem ve di VARê de hat temaşekirin hat betalkirin.
Hakem Alî Yilmaz piştî ku pozîsyona faula li Mehmet Yeşîl a di qada cezayê de ji VARê temaşe kir, biryara penaltiyê da.
