Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Amedspora ku derket Lîga Super a Tirkiyeyê pîroz kir.
Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê derbasî Liga Super a Tirkiyeyê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Amedsporê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî got, "Ez bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Super bi ser ket."
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ew bi vê serkeftinê gelekî şa bûne û got:
"Ev serkeftin her wiha li hemû piştgir û alîgirên Amedsporê pîroz be.
