Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê ji bo Amedsporê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.
Amedsporê Lîga Yekemîn a TFFyê di rêza duyem de temam kir û derbasî Lîga Super bû.
Hevserokan bal kişand ser wê yekê ku serkeftina Amedsporê ne tenê encameke werzişî ye, di heman demê de berhema hevgirtineke civakî ye.
Bakirhan: Ev serkeftin encama keda gel e
Tuncer Bakirhan di peyama xwe ya bi Kurdî-Tirkî de derbasbûna Amedsporê ya Lîga Super wekî “serkeftineke dîrokî” pênase kir û wiha got:
“Ez Amedsporê ji dil pîroz dikim. Ev serkeftina dîrokî encama piştgiriya mezin a gelê me ye. Hezar caran malî ava!
Her kesê ku dil daye Amedsporê îro pir bextewer e. Di Lîga Super de jî em dê bi hemû hêvî û baweriya xwe li gel tîma xwe bin. Her bijî Amedspor!
Derbasbûna Amedsporê ya Lîga Super ne tenê serkeftineke werzişî ye. Ev serkeftin, serkeftina bawerî, ked û hevgirtina gelê Kurd, dostên wan û gelên Tirkiyeyê ye.
Ez birêvebiriya hêja, tîma teknîkî, lîstikvan û kedkarên klubê yên Amedsporê ku gihiştine vê serkeftina dîrokî ji dil pîroz dikim.
