Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî heta vê kêliyê Amedspora ku derket Lîga Super pîroz nekiriye.
Derketina Amedsporê ya ji bo Lîga Super, ne tenê di warê werzişê de di cîhana siyasetê de jî deng vedaye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê CHPyê Ozgur Ozel û gelek wezîr û serokên giştî yên partiyên mixalefetê ji bo serkeftina tîmê peyamên pîrozbahiyê belav kirin lê belê Devlet Bahçelî heta vê kêliyê jî bê deng e.
Bahçeliyê ku wekî “mîmarê pêvajoya nû” tê dîtin li hemberî derketina Amedsporê ya Lîga Super neaxiviye.
Vê bêdengiya wî helwesta wî ya tund a berê ya li hemberî Amedsporê aniye hişê xelkê.
