Hewlêr (Rûdaw) - Intera Lîderê Lîga Yekemîn a Futbolê ya Îtalyayê (Serie A), beriya ku lîg biqede bi sisê hefteyan şampiyoniya xwe ragihand.
Interê di hefteya 35an a lîgê de li stadyuma xwe mêvandariya Parmayê kir.
Tîma Milanoyê bi golên Marcus Thuram a di xuleka 45+1ê de û gola Henrikh Mkhitaryan a di xuleka 80yî de ji qadê bi encama 2-0 derket.
