Hewlêr (Rûdaw) - Di maça fînalê ya Koma Sor a qonaxa play-offê ya Lîga 2yan de, Mardin 1969 Sporê 2-1 zora Muşsporê bir.
Mardin 1969 Spor bi vê serkeftinê re piştî 18 salan derket Lîga 1ê.
Her du tîmên Bakurê Kurdistanê Mardin 1969 Spor û Muşspor di fînala Koma Sor a play-offa Lîga 2yan de li Stadyuma Amedê hatin pêşberî hev.
Mardin 1969 Spor di vê maça girîng de bi encama 2-1 bi ser ket.
Golên serkeftinê yên Mardin 1969 Sporê Mertan Ozturk xuleka 24an û Mîraç Acerx uleka 61an avêtin.
